De Mistura pêşnyareke nû bo çareserkirina krîza Sûriyê pêşkêş dike

pêkanîna “grûpên kar” ji aliyên opozîsyon û rejîam Sûryiê pêşkeşî Encûmena Asayişa Navdewletî, dike

K24-Navenda Nûçeyan

Staffan De Mistura pêşniyara pêkanîna “grûpên kar” ji aliyên opozîsyon û rejîam Sûryiê pêşkeşî Encûmena Asayişa Navdewletî, dike ji bo çareserkirina kîza wî welatî.

Nûnerê Taybet yê Netweyên Yekbûyî (NY) li Sûriyê, Staffan De Mistura, duh, 29ê Tîrmehê, derencamên 3 mehan ji danûstaninan ligel aliyên opozîsyon û rejîma Sûriyê pêşkeşî endamên Encûmena Asayişa Navdewletî kir.

De Mistura diyarkir ku dijwariya kirîza  Sûriyê pêwîstdike ku ew bizavên xwe zêdetirbikin da bigehin çareseriyekê, ji bo wê yekê jî pêşniyara pêkanîna “grûpên kar“ ên hevbeş kiriye.

De Misture bi hêviye ku pêkanîna wan grûpan bibe gava yekemîn bo danûstandinên giştî bo dîtina aştiyeke temam, herwiha hebûna qonaxeke veguhez li Sûriyê bi pêwîst da zanîn, daku şaşiyên Lîbiya û Iraqê li wî welatî jî dubare nebin.

Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Giştî yê NY Ban-ki-Moon diyakir ku berdewamiya kirîza Sûriyê nîşana jihevketin û têkçûna civaka navdewletiye, herwiha daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir ku li pêşnyarên De Mistura xwedî derkevin û hawilbidim ku aliyên kirîzê razîbikin da ku beşdarî wan “grûpên kar” bibin.