Reşegula Kurdistanê digehe her çar aliyên cîhanê

Tenê li Rihaya Bakurê Kurdistanê şîn dibe

K24- Riha

Reşegul yan jî gula reş a ku bi tenê li Xelfetiya navçeya Rihayê digîhîje bi saya 'Yektiya Gulan' dê li bazarên dinyayê jî bê firotin.

Reşegula a ku bi tenê li Xelfetiya navçeya Riha ya Bakurê Kurdistanê digîhîje bi saya ‘Yektiya Gulan’ a ku ji aliyê Komîteya Kordînasyona Navneteweyî ya Sîttaslowê ve tê avakirin dê li çar aliyê cihanê bê firotin. 


Xelfetiya ku beşekî wê di bin Bendava Birecîkê de maye û cihekî aram e bûye mebesta gelek geştiyaran. Xelfetî ji ber ku zêde bêdeng û aram e Komîteya Kordînasyona Navneteweyî ya Sîttaslowê ev bajar di nav bajarên ‘aram’ tomar kir.


Reşegul jî ji ber ax û hewaya Xelfetiyê, bi tenê li vê navçeyê digîhîje û di cîhanê de jî xwedî nav û deng e.


Serokê Konseya Bajêr a Xalfetiyê Nîhat Ozdal da xuyakirin ku gula reş herî zêde di meha Adar û Nîsanê de, di payîzê de jî di meha cotmeh û mijdarê de zêde bi rengê reş vedibe, di mehên din de rengê wê hinekî vekirî dibe.


Ozdal got ku ew gulên ku ji Hollandayê tên ne xwezayî ne û bi genetîka wan tê lîstin û got: “Gula xwezayî bi tenê li Xelfetiyê bi sirûştî digîhîje. Bi genetîka wê va nayê lîstin. Li cîhanê hin cotkarên ku bi tenê gulan digîhînin hene û em ê jî bi wan re bixebitin. Bi vî awayî wê li cîhanê belav bibe. Di medyaya civakî de mirovên biyanî yên ku li welatên din dijîn li ser rûpelên xwe wêneyê gula reş parve dikin. Heke yekîtiya gulan ava bibe em ê bi rehetî di bazara navneteweyî de cih bigrin û reşegulê bifroşin.”


Ozdal got ku li Tirkiyeyê di bazariya reşegul de pirsgirêk hene û bi vê yekîtiyê ve evê di nav demê de bê çareserkirin.