Brîtanya dê heta 2017an li DAIŞê bide

Biryar bû erkê firokeyên Brîtanî Adara 2016an bidawî hatiba

K24- Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergirî yê Brîtanyayê ragehand ku, dê firokeyên welatê wî heta 2017an li dijî DAIŞê operasyonan bikin.

Michael Fallon di daxuyaniyekê de îro, 4ê Tebaxê, da zanîn ku, firokeyên Brîtanî gelek alîkariya hêzên Iraqî kirine da ku pêşdeçûnên xwe li ser erdê berdewam bikin.

Fallon diyar kir ku, dê erkê firokeyên Brîtanyayê heta Adara 2017an berdewam be “ji bo parastina astê operasyonên yekalîker.”

Biryar bû ku firokeyên Brîtanyayê di Adara borî de, operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê li Iraqê rawestîne, lê serokwezîrê wî welatî David Cameron erkê wan firokeyan heta Adara 2016an dirêj kiribû.

Fallon da zanîn jî ku, pêwîstiya Iraqê bi piştgiriya asmanî ya Brîtanyayê heye, di şerê li dijî DAIŞê de, lewma wan biryara drêjkirina heyama wê piştgiriyê daye.

Firokeyên Brîtanî di Îlona sala borî de operasyonên xwe li dijî pêgehên DAIŞê li Iraqê destpêkiribûn.