Amerîka proje biryareke taybet bi Sûriyê amade dike

Bi şêwira Rûsyayê ye û sibe Encûmena Asayişê den li ser dide

K24- Navenda Nûçeyan

Proje biryareke nû li Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê Sûriyê de tê amadekirin, dibe ku roja Înê jî dengdan li ser bê kirin.

Li gor ku ajansa Reutersê li ser zarê çend dîplomatkaran ragehandiye, ew proje biryar ji aliyê Amerîkayê ve hatiye amadekirin, ku têde daxwaza hatiye kirin ku tîmeke lêkolîneran ji bo diyarkirina aliyên berpirs li ser bikaranîna xaza jehrayî li Sûriyê, were pêkanîn.

Beriya niha jî çendîn car proje biryarên bi wî awayî ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê rejîma Sûriyê ve li dijî welatiyam, ji aliyê Rûsya ve hatibûn redkirin.

Lê li gor zanyariyan, ev proje biryara Amerîkayê bi şêwira Rûsyayê jî hatiye amadekirin, lewma dibe ku were pesednkirin.

Herwiha eger heta sibeha îro, Pêncşemê, pêşnyarên ti endamekî Encûmena Asayişa Navdewletî li ser proje biryarê nebin, dê sibe, 7ê Tebaxê, têkeve dengdanê.