Barcelona nasnava pêncemîn bidest xist

Barcelona kupa Super a Ewripî bidest xist

K24 – Navenda Nûçeyan

Barcelona ya Spanî di lîstika Kupa Super ya Ewropî de karî serkeftineke dijwar bi encama 5 – 4 li ser Sevilla tomar bike.

Li Tblîsî paytexa Ceorgiayê lîstikvanên Barselona kupa Super ya Europî cara pêncemîn li lîstgeha “Boris Paichadze” hildan.

Mihrecana golan Ever Banega di xuleka (3) ji Sevilla re dest pê kir, pişt re Lionel Messî bi du golan (7, 16) lê vegerand, Rafina û Suarez li dû hev (44, 52)gola sêyem û çarem tomar kirin. Lê Sevilla bi sê golên bêhempa wekhevî bidest xist, Reyis, Gameiro û  Konoplyanka li dû hev (57, 72, 81) tomar kirin.

Dema fermî bi encama 4 – 4 bi dawî bû, lîsik derbasî du nîvên serbar bû ku tê de Pedro Rodrigiz gola serkeftinê (115) tomar kir û kupa Ewripî ji Barcelona re anî.

Bi vê yekê Barcelona ya Spanî bi pênc nasnavan bû hemşêweya Milan ya Îtalî, ku di salên (1992, 1997, 2009, 2011) nasnava Super ya Ewripî bidest xist.