Serokerkanê Amerîka: Dibe ku em hêzên bejayî li Iraqê belav bikin

Pesnê Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de dide

K24-Navenda Nûçeyan

Serokerkanê Amerîka diyar dike ku, egera şandina hêzên berjayî bo Iraqê heye, herwiha pesnê Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de dide.

Ray Odierno di kongreyê rojnamevanî ya dawiyê de, beriya ku ji posta serokerkanê Amerîkayê dûrkeve, duh, 12ê Tebaxê, ragehand ku, DAIŞ di qeyranekê de derbas dibe, divê Artêşa Amerîkayê hizara belavkirina hêzên piştgiriyê li ser axa Iraqê bike, eger hat û di mehên li pêş de pêşdeçûn çênebûn.

Odierno tekez kir jî ku, hêzên Amerîkî dikarin DAIŞê têkbişkînin “lê nikarin arîşeyên siyasî û abaorî yên mezin li Sûriyê û Iraqê çareser bikin.”

Navborî balkişande ser şerê Pêşmergeyan li dijî DAIŞê û got: “Me hinek ji axê (Iraqê) vegerand, ew jî ji encama qehremaniya Kurdan û hin hewldanên hêzên ewlekarî yên Iraqê bû.”