PDK piştgiriya peyama Kosret Resûl dike

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî piştgiriya peyama Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî kir, ya ku daxwaza lihevkirinê ji hemû aliyên Kurdistanê dike.

K24 – Hewlêr

Nêçîrvan Barzanî di peyameke nivîskî de duh, 14ê Tebaxê, ragehand “Em piştgiriya peyama Kosret Resûl ya ji bo lihevkirinê dikin û dupat dikin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê hewldaneke zêde ji bo yekrêziya niştimanî û duristkirina lihevkirinê dide.”

Kosret Resûl di peyamekê de daxwaza tifaqê ji hemû aliyên Kurdistanê kir û piştgîriya xwe bo projeya Cîgirê Duyem ê Setreterê Giştî yê YNK Berhem Salih eşkere kir.

Barzanî amaje kir ku hevpeymaniya stratîcîk ya di navbera PDK û YNKê de erkekî mezin dixe ser milên wan bo duristkirina lihevkirin û yekrêziya siyasî û niştimanî li Kurdistanê.

Cîgirê Serokê PDK diyar kir jî ku di baweriya wan de projeya Cîgirê Duyem ê YNKê Berhem Salih dikare wek bingeheke guftûgoyan be, bo gehêştina lihevkirin û yekrêziya ku xelk Kurdistanê ji wan hêvî dike.