Barzanî: Dawiyê îradeya gel serdikeve

69emîn salvegera damezrandina PDK pîroz dike

K24- Hewlêr

Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) radigehîne ku, di dawiya her qeyranekê de îradeya gel serdikeve “planêna têkdana” yekrêziya li Kurdistanê jî sernakevin.

Bi helkefta 69emîn salvegera damezrandina PDK, serokê wê Mesûd Barzanî peyamek e pîrozbahiyê arasteyî endam û alîgirên PDK kir.

Barzanî di peyama xwe de amaje bi armancên PDK dike û nivîsiye “canfîdayî bo parastina Kurdistanê û serxwebûn ew armanca giranbuha ye ku PDK bo wê hatiye damezrandin.”

Barzanî amaje bi krîza siyayî ya li Herêma Kurdistanê dike û xelkên Kurdistanê û alîgirên PDK piştrast dike ku “di dawiyê de îradeya gel û aştî û biratî û rastgoyîyê serdikeve û ti pilaneke ku yekrêzî û biratiya xelkên Kurdistanê bike arman, sernakeve.”

PDK di 15ê tebaxa sala 1946an de hatiye damezrandin, niha jî xwedan 38 kursî ye di Parlementoya kurdistanê de.