Li Diyarbekirê, 4 herêmên leşkerî hat ragehandin
K24 – Diyarbekir
Li parêzgeha Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê, 4 dever wek deverên leşkerî hatin ragihandin. Herwela Li lîcê jî qedexeya derketina kolanan hat ragehandin.
Parêzeriya Amedê duh 17 Tebaxê, ji ber zêdebûna bûyerên şer û aloziyê, deverên bajarên Lîce, Pasûr, Pîran û Farqînê yên Amedê wek deverên leşkerî û qedexe hayin ragihandin.
Li bajarên Lîcê û Farqînê, Şeva borî derketina derve ji bo welatiyên sivîl hatibû qedexekirin.
Derbarê biryara ragehandina herêmên leşkerî li Diyarbekirê, parêzeriya Diyarbekirê diyar kir ku ji ber rûdana alozî û şer û parastina ewlehiya gel rewşa awerte tê ragehandin.