Têkdana boriya petrolê biqasî 501 milyon dolar ziyan gehandiye Kurdistanê

Petrol ji boriyan tê dizîn

K24- Hewlêr

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragehand ku, ji ber ziyanên ku gehane boriya veguhestina petrolê, ziyan biqasî 501 milyon dolar gehiştiye aboriya Kurdistanê.

Di Tîrmeha borî de, ji ber teqandina boriya petrolê ji aliyê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve, proseya veguhestina petrola Kurdistanê bo bendera Ceyan li Tirkiyê rawesta ye.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî eşkere jî kir ku, ji bilî teqandina boriyê, niha petrol ji boriya veguhestina petrola xav tê dizîn “ew jî bandoreke nerênî dixe ser şiyanên Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de.”

Wezaretê diyar kir ku, ji destpêka Tîrmehê ve û heta 17ê Tebaxê, ziyanên bi qasî 501 milyon dolarî gehane aboriya Herêm Kurdistanê.