Nakokî dikeve navbera Şîeyên Iraq û Îranê

Silêmanî hola civînê bicih hiştiye

K24- Navenda Nûçeyan

Qasim Silêmanî nerazîbûna xwe ji plana çaksaziyê ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tîne ziman, navborî jî bi tundî bersiva wan rexneyan dide.

Li gor raporeke rojnameya Şerq el-Ewset a Londonî, duh, 24ê Tebaxê, civîneke hevpeymaniya Şîe ya desthilatdar li Iraqê bi amadebûna Fermandarê Artêşa Qudis ya Îranî, Qasim Silêmanî, li Bexdayê birêve çûye.

Rojnmaeya navborî li ser zarê çavkaniyekê ragehandiye ku, dema Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derbasî hola civînê bibû, ji amadebûna Qasim Silêmanî matmayî mabû.

Çavkaniyê ragehandiye ku “Dema Qasim Silêmanî behsa çaksaziyên ku Ebadî bi wa radibe kiriye, nerazîbûn di gotinên wî de diyar bû, teyabt ew ên ku dê bandoreke nerênî li ser Malikî bikin, lê Ebadî bi tundî di rûyê Silêmanî de rawesta bû, lewma navborî ji hola civînê derketibû.”

Plana çaksaziyê ya Ebadî bi piştgiriya Rêberê Şîe li Iraqê, Elî Sîstanî hatiye dariştin û ji aliyê Hikûmet û Parlementoya Iraqê ve hatiye pesend kirin.

Heman çavkaniyê diyar kiriye ku “Mebest ji beşdariya Silêmanî di wê civînê de, rêgirtin li darizandina Malikî bû.”

Beriya niha komîteya lêkolînên derbarê ketina Mûsilê de encamên lêkolînên xwe belav  kiribû, ku tê de serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî wek tohmetbarê yekem hatibû destnîşan kirin.

Niha jî Qasim Silêmanî, ku siyaseta Îranê li Iraqê û çend welatên din ên erebî birêve dibe, li Necefê ye ji bo ku ligel Sîstanî bicive.

Ev aloziya di navbera Ebadî û Silêmanî de wek yekemîn nakokî dikeve navbera Şîeyên Iraqê û Îranê de tê zanîn.