Serokomarê Iraqê piştgiriya serastkirina destûrê dike

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Serokomarê Iraqê, Fûad Mehsûm, piştgiriya xwe bo serastkirina destûrê ragehand.

Fûad Mehsûm di gotareke televîzyonî de duh, 26ê Tebaxê, diyar kir ku, ew ligel pêwîstiya serastkirina destûrê ye “lê divê kes li ser girîngî û nirxê vê belgeya ku gel deng li ser daye, nakok nebe.”

Ev bû demek ku xwepêşandan li paytexta Iraqê, Bexda, destpêkirine û xwepêşander jî daxwaza encamdana çaksaziyan di sîstema rêveberirina Iraqê û destûrê de dikin.

Beriya niha jî, Serokwezîrê Iraqê plana xwe ji bo çaksaziyê di sîstemê rêvebirinê û hikûmetê de ragehandibû, herwiha balkişandibû ser egera serastkirina destûrê.

Parlementoya hertimî ya Iraqê roja 7ê Mijdara 2005an ji aliyê Komîteya Niştimanî ya Iraqê (parlementoy) hatibû pesendkirin, piştî encamdana referandûmeke gelerî jî, roja 28ê Kanûna heman salê di rojnameya Weqaih a fermî ya Iraqê de hatibû belavkirin.