Li Tirkiyê ewlehiya hilbijartinan tê gotûbêjkirin

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkyê ji ber rewşa aloz, ewlehiya hilbjartinên 1'ê mijdarê bû cihê gotûbêjan. Partyên opozîsyonê ji ber ewlehya hilbjartinê bi gûman in û ihtîmala betalkirina hilbjartinan anî rojevê.

Daxuyaniya Serokê Giştî yê HDP'ê Selahatin Demirtaş a wek " ji ber şer û pevçûnan dibe ku hilbijartin neyê lidarxistin û gotinên Serokomarê Tirkiyê  Recep Tayyip Erdogan ên wek bila polîs û leşker  xwe ji bo roja hilbijartinê  amade bikin, li parlamentoyê hat nirxandin.

Cîgirê serokê Koma CHP'ê  Özgür Özel rexne li gotinên Erdogan girt û got hûn dibinin birêz Erdoğan beriya hilbijartinê amadehiyekê dike ku hêzên çekdar jî beşdarin.

Özel got: "AKP encamên hilbijartinên 7'ê huzîranê ku ji desthilatdariyê ket bi hin tiştên din têkildar dike û dibêjin bila welatî biryara xwe careke din bifikire. Em vê helwestê gelekî xeter dibinin. Serokomar partika ku divê welatî dengê xwe bidê nişan dide û dibêje "min biryara te ne eciband careke din bifikire". Em vê ji aliyê demokrasiyê  ve gelekî bi xeter dibînin."

Cîgirê serokê Koma HDP'ê  İdris Baluken jî got metirsî heye ku di qonaxeke wisa de hilbijartin neye li darxistin û diyar kir ku gotinên serokomar Erdogan cihê şermê ye.

Balûken got: "Di  destûrê de, ji bo rewşên Awarte û şer sererastkirin heye. Bifikirin ku li piraniya welêt rewşa awarte heye. Gund tên şewitandin. Herêmên ewle tên ragihandin, her roj di nava kolanan de şer û pevçûn heye û bi dehan ciwanên me tên kuştin. Di rewşeke wisa de wê çawa hilbijartin were lidarxistin."