Barzanî ligel aliyên siyasî dicive
K24- Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê aliyên siyasî û nûnerên pêkhateyan bo civîneke berfereh vedixwîne.
Li gor zanyariyên ku ji çavkaniyeke piştrast gehiştine K24ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê îro, 1ê Îlonê, li Serê Bilind pêşwaziyê li nûnerên aliyên siyasî û pêkhateyan bike.
Biryare di vê civînê de, partiyên ku nûnerên wan di Parlementoya Kurdistanê de nînin jî beşdar bin.
Heta niha acindeyên civînê eşkere nebûne, lê dibe ku krîza aborî û siyasî li Herêma Kurdistanê mijareke gerim a civînê be.
Ev civîn di demekê de tê ku, 5 aliyên siyasî yên beşdar di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, gotûbêjên derbarê pirsa serokatiyê de bo Yekşema bê (5ê Îlonê) paşxistine.
Aliyên siyasî heta niha nikarîne bigehine rêkeftinekê derbarê çend desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê û mîkanîzma hilbijartina wî de.