Rê di girtîgehên Bakurê Kurdistanê de nemaye

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

Rê di girtîgehên Bakurê Kurdistanê de nema û hejmarek girtiyên siyasî ku bi terorê tên tawanbarkirin bo girtîgehên bajarê din ên Tirkiyê hatin veguhestin.

Girtiyên ku hejmara wan nêzîka 100 kesan bû û di girtîgehên Amed û Elezîzê de diman, duh, 31ê Tebaxê  bi firokeyeke taybet bo girtîgehên bajarê Trabzonê hatin veguhestin.

Bi biryara Wezareta Dadê ya Tirkiyê, şevê din firokeya ku girtî hilgirtibûn li Firokexaneya Trabzonê danî û cendermeyan jî li derdorê gelek tedbîrên ewlekariyê wergirtin.

Piştî destpêkirina şer di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de, van demên dawî bi sedan kes hatine girtin û piraniya wan bi alîkarîkirina PKKê tên tohmetbarkirin.