Barzanî: Pêşmerge ji qalibê hizbî derketine

Kurd24

K24- Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, ragehand ku qeyrana niha nîşan da ku Hêzên Pêşmerge xwediyê dozê ne û ji qaliba hizbî derketine.

Ev daxuyaniya Mesûd Barzanî di çarçoveya pêşwazîkirina Wezîrê Karubarê Encûmena Wezîrên Brîtanya, Oliver Letuin û şanda li gel de tê, ku duh, 31ê Tebaxê, li Bîrmamê birêve çûbû.

Oliver letuin balkişande ser rol û hewla hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî terorê û parastina asayişa navçeyê û cîhanê û ragihand ku, niha cîhan pişta xwe bi hêzên Pêşmerge dibestê.

Di beramber de, Barzanî got: “Em hemû di yek bereyê de ne li dijî rêxistina terorîstî ku îmkaniyata çendîn dewletan li ber destê wan heye. Bi hewla hevbeşa hemû aliyek bê kirin serkeftinên baş jî têne mîsoger kirin.”

Barzanî amaje bi rewşa Pêşmergeyan di vê qonaxê de kir û got: “Xala herî girîng eweye ku hêzên Pêşmerge û asayîş têkilî gengeşeya siyasî nabê û ew qeyrana niha jî nîşan da ku hêzên Pêşmerge xwediyê dozê ne û ji qaliba hizbî derketine û erkê parastina welat bi baştirîn awayî bi cîh dike.”

Herwiha Barzanî balkişande ser krîza siyasî ya ku niha li Herêma Kurdistanê derketiye û got ku, pirsgirêkên siyasî di çarçêweya proseya demokrasî û geşkirina demokrasiye de ye, hemû aliyekê jî piştrast kir ku “di vê gengeşeya demokrasiyê de tu tiştekî şaş çênabe.”