Amerîka daxwaza rawestandina şer ji Tirkiyê û PKKê dike

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku, Tirkiyê alîkariya wî welatî di şerê li dijî DAIŞê de gelekî kiriye, herwiha daxwaza rawestandina şer jî ji Tirkiyê û PKKê kiriye.

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê, Mark Toner duh, 31 Tebaxê, ragehand “Danûstandinê me bi Tirkiyê derbarê sînorê bi Sûriyê û şerê li dijî DAIŞê berdewam in” got jî ku Tirkiyê alîkariyeke baş bo şerê li dijî DAIŞê kiriye.

Derbarê bombebaran kirina Tirkiyê ji pêgehên PKKê re Torner diyar kir ku hemî êrîşên Tirkiyê ji pêgehên PKKê re, wek bersivekê bûn li ser êrîşên Gerîlayên PKKê. 

Herwiha daxwaz ji PKKê û Tirkiyê kir ku vî şerî rawestînin û vegerine ser maseya diyalogê bo meşandina pêvejoya aştiyê di navbera her du aliyan de.

Ji aliyekî din ve, çavdêrên siyasî dibînin ku beşdariya Tirkiyê di şerê li dijî DAIŞê de, bo mijûlkirina civaka navdewletî ji êrîşên Tirkiyê ji pêgehên PKKê re ne.  

Tirkiyê roja 29 Tebaxê yekemîn êrîşên xwe li dijî pêgehên DAIŞê li Sûriyê di çarçewa hevpeymaniya navdewletî de pêk anîn.