DAIŞ dîsan kîmyayî li dijî Pêşmergeyan bikar tîne

Kurd24

 

K24-Navenda Nûçeyan

 

Çekdarên DAIŞê li nêzîkî çarêya Bendava Mûsilê rokêtek arasteyê Pêşmergeyan kirin, guman tê kirin ku madeyên kîmyayî têde bin.

 

Di daxuyaniyekê de Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê duh, 1ê Îlonê, ragehand ku ew teqîna ku ji encama rokêta DAIŞê pêkhatibû, sîmayên çekên kîmyayî li diyar bûn, herwiha dumaneke reng zer ji cihê teqînê derdiket.

Li gor daxuyaniya asayîşê, Pêşmergeyên ku di wê teqênê de birîndarbûne bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Herwiha paşmayên wê rokêtê bo cihekî parastî li Herêma Kurdistanê hatine veguhestin.

 Li gor asayşa herêmê bi mebesta lêkolînan  nihe hevkarî li gel hepeymaniya navdewletî li ser wê rûkêtê tê kirin

Roja 12ê Tebaxê jî bi rokêteke hilgira çekên kîmyayî êrîşî pêşmergeyan li eniya Mexmûrê kirbûn.

Roja “23’ê Çileya îsal li ser rêya navbera Mûsil û Sînorê Sûriyê çekdarên DAIŞê êrîşeke xwekujî li dijî pêgehên Pêşmergeyan encam dabû, Encûeman Asayişa Herêma Kurdistanê wê demê jî ragehand bû ku, çekdaran xaza Klorê di wê êrîşê de bikar anîbûn..