YPG: Em ti carî li dijî Artêşa Azad şer nakin

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Giştî ya YPG’ê li Helebê diyar kir ku ew naxwazin şerê birayên xwe yên li Artêşa Azad bikin û heta serkeftina şoreşa Sûriyê ew li ser soza xwe ne.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) duh, 28 Îlonê, derbarê êrîşkirina çekdarên Eniya el-Nusrayê, Ehrar el-Şam, Lîwaya Sultan Murd û Tevgera Noredîn Zinkî ve li ser taxa Şêx Meqsûd û armanckirina sîvîlan daxuyanek belav kir, dorpêç û êrîşên li ser wê taxê jî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat ku , YPGê û Artêşa Azad biran e, di yek çeperê de li beramberî “rejîma Baas û çeteyên wê ji DAIŞê û alîgirên wê şer dikin, herwiha li ser wê soz û peymanê ne jî ku heya serkeftina şoreşa Sûriyê” ti carî jî ew li dijî Artêşa Azad şer nakin.

Fermandariya YPG rejîma Sûriyê jî bi “sitemkar” binav dike û soz dide ku ew dê heta hilweşandina wê rejîmê şer bikin.

Daxuyanî wiha berdewam dike: “Derketina birayên Eniya el-Şamiyê ji taxê bi daxwazek fermî ji fermandariya Eniya el-Şamiyê bû, me jî xalên ku jê vekişiyane dagirtin bo ku rêjîma Baas derbasî wan xalan nebe.”

Taxa Şêx Meqûd yek ji du taxên Kurdî yên herî mezin li bajarê Helebê ne, ji destpêka krîza Sûriyê ve jî gelek êrîş ji aliyên cuda li ser wê hatine kirin û xelkên wê kçber û derbider bûne.