Li Efrînê yekemîn zanîngeh deriyê xwe vedike

Kurd24

K24-Efrîn

Li bajarê Efrînê yekemîn zanîngeha xwendinê  li Rojavayê Kurdistanê deriyê xwe ji 160 xwendekarî re vekir.

Zanîngeha Efrînê ji aliyê rêveberiya xweseriya demokratîk li kantona Efrînê tê birêvebirin û îro, 12ê Cotmehê, deriyê xwe li pêş xwendekaran vekir.

Li gor ku hatiye belavkirin, dê 160 xwendekar li her sê kolîjeyên: Wêjeya Kurdî, Aborî û Endezyariya Electromechanic bixwînin.

Di 26ê Têrmeha 2015 de û di daxuyaniyekê de damezrandina wê zanîngehê ji aliyê komîteya damezrêner  ve hatibû ragehandin. Herwiha tomarkirina navên xwendekaran jî di 1ê Tebaxê de dest pêkirbû.

kolîja wêjeya Kurdî ji 80 xwendekaran pêk tê, 40 xwendevan bo kolîja Aborî, herwiha 40 bo kolîja Elektromekanik jî.

Li gorî Cîgira rêvebera Zanîngehê Nûristan Mamo, kadro û mamosteyên zanîngehê kesên pisporin, herwiha rêbazeke taybet bi zanîngehê ji aliyê rêvebiriya zanîngehê ve û bi hevahingiya hin zanîngehên finlanda ve hatiye amadekirin.  

Di dsetpêka werza xwendina destpêkî li Rojavayê Kurdistanê, rêbazên xwenidnê yên Kurdî hatibûn dayîn, vê yekê kir ku rejîma Sûriyê proseya xwendinê ji aliyê xwe ve rawestîne.