Iraq û Rûsya hevahengiya leşkerî gotûbêj dikin

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Şandeyek leşkerî ya Rûsî li Iraqê ye û hevahengiya leşkerî di navbera her du aliyan mijara gotûbêjê ye.

Li gorî daxuyaniyekê duh, 12ê Cotmehê, Wezîrê Bergirî yê Iraqê , Xalid Ûbêdî, li Bexdayê pêşwazî li şandeye paye bilind a leşkerî ya Rûsî kir.

Daxuyaniya wezaretê da zanîn ku hevahingiya leşkerî di navbera her du welatan de babeta serke ya  civînê bû.

Şandeye leşkerî ya Rûsî bi sepereştiya Serokê Desteya Federalî ya Rûsî bo Hevahengiya Leşkerî, Alexander Fomin bû.

Berî niha Moskoyê ragehandibû ku heta niha Bexdayê daxwaz ji wan nekiriye ku pêgehên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) li Iraqê bombebaran bikin.

Rayedarên Rûsyayê tekez dikin jî ku, kengî Iraq ji wan bixawze, ew amade ne pêgehên DAIŞ li wî welatî bombebarn bikin.

Berî niha Berdevkê Ofîsa Serokwezêr Iraqê Seid Hûdeysî ragehandibû ku navendeke hevahingiyê di navbera her yek ji Rûsya, Îran, Sûriyê û welatî wî de li Bexda hatiye avakirin.

Roja 30 Îlona borî jî, firokeyên Rûsî dest bi êrîşên esmanî li Sûriyê kirine