Amerîka û Rûsya derbarê Sûriyê de ji rêkeftinê nêzîk dibin

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka pêşbînî dike ku ew ligel Rûsyayê bigehe rêkeftinekê, da ku ti bûyereke “nexwestî” navbera firokeyên wan di esmana Sûriyê de dernekeve.

Wezîrê Bergîrî yê Amerîkayê, Ashton Carter, duh, 13ê Cotmehê, di konferanseke rojnamevanî de ragehand ku “gotûbêjên gelekî profesyonal û erênî di navbera Artêşan Amerîka û Rûsî de hene, ez pêşbînim ku di demek nêzîk de emê bigehin rêkeftinekê.”

Piştî destpêkirina êrîşên Rûsyayê li Sûriyê di 30ê Îlona borî de, Amerîka (ya ku serpereştiya êrîşên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê dike) ligel welatê navborî ket gotûbjan, ji bo ku ti rûbirûbûnek nexwestî navbera firokeyên her du aliyan de dernekeve.

Li gor agahiyên Wezareta Bergirî ya Rûsyayê, di 24 demjimêrên dawî de, firokeyên wan 88 êrîşên esmanî li dijî 86 pêgehên DAIŞê li parêzgehên Reqa, Hema, Idlib, Laziqiyê û Helebê encam dane.

Lê welatên rojava û herêmî yên piştgirên opozîsyona Sûriyê, rexneya wê yekê li Moksoyê digrin ku, hewldanên wê yên leşkerî li Sûriyê ji bo bihêzkirina pêgeha rejîma Sûriyê li dijî hêzên opozîsyonê ne, ne ji bo jinavbirina DAIŞê ne.

Aşton Carter amaje bi wê yekê kir ku , gera duyemîn ji gotûbêjên leşkerî di navbera her du Artêşan de, dê îro Çarşemê dest pê bike.