Asayişa Girê Spî qedexekirina hatinûçûnê radigehîne

Kurd24

 

K24-Navenda Nûçeyan

Asayişa Girê Spî hatin û çûnê li nava û derveyî bajrê qedexe dike, piştî ku du çekdarên DAIŞê meleyek kuştin.

Di daxuyaniyekê de Asayişa bajarê Girê Spî duh, 13ê Cotmehê hemû rêyên çûnûhatina bajêr, herwiha çûnûhatina nav bajêr bo du rojan qedexekir.

Ev biryara asayişî piştî wê yekê hat ku duh 2 çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) derbasî Girê Spî bibûn û gotarxwênê mizgefta (Elî Bin Ebî Talib) yê bi navê Basim Emar Dewrîş û kurê wî kuştin.

Dewrîş Ereb regez bû û temenê wî 42 sal bûn, temenê kurê wê yê ku pê re hatibû kuştin jî 10 sal bûn.

Lê heta niha çarenigvîsa her du çekdarên DAIŞê nehatiye diyarkirin.

Di 16ê, Hizêrana borî de bajarê Girê Spî ji aliyê YPG û Burkana Furta ve ji DAIŞê hete rizgarkirin.