Li Amûdê welatiyek bi guleya asayişê tê kuştin

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Amûdê welatiyekî bi guleya hêzên asayişê hat kuştin û 3 yên din jî birîndar bûn.

Li gorî medyayê,  dema derbasbûna “karwana oxirkirina şervanekî YPG” di nava Amûdê re, alozî di navbera welatiyekî û hêzên asayişê de derket.

Dema derbasbûna wê karwanê, asayişê çûnûhatina otombîlan li cadeya giştî ya Amûdê qedexe kiribû, lê welatiyekî bi navê Elî Ico xwestibû bi otombîle xwe derbas bibe, lê asayişê jî gule avêtin otombîla wî, di encama guleberdanê û 4 welatiyên Kurd birîndar bûn.

Di nav birîndaran de (Hisên Caxir “70 salî”) hebû, ku ji ber giraniya birîna xwe îro, Çarşemê, di nexweşxaneyê de canê xwe ji dest daye.

Hisên Caxir yê 70 salî, xwediyê dukaneke çakirina paporên xazê li Amûdê li ser riya giştî Qamişlo – Dirbasiyê ye.

Ew 3 kesên birîndar jî ev bi navê (Dr. Ebdulsemed Mehmûd, Ferhad Mela Îbrahîm Kermî, Îbrahîm Îbo) ne.

Heta niha asayişa Amûdê ti daxuyaniyek derbarê bûyerê de belav nekiriye.