Proseya çareseriyê û hilbijartên Tirkiyê di nêrînên pisporan de

Kurd24

K24 – Stambol

Hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê  ji bo "Pirsgirêka Kurdan"  ango pirsgirêka herî girîng a Tirkiyê  bibe qonaxeke nû. AK Parti û CHP wê bi hin rêbazên nû hewl bidin ku bigihêjin encameke tekez.

Hat diyarkirin ku hilbijartinên dubarekirî wê ne bi tenê ji bo demokrasî û aboriya Tirkiyê be, herwiha wê ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan jî bibe hilbijartineke çarenûsê.

Di vê derbarê de, pisporê siyasetê Prof.Dr Dogan Tiliç duh 27 Cotmehê ji K24ê axivî: "CHP wê li parlamentoyê, bi tevlêbûna partiyên siyasî û lihevkirina civakî li çareserkirina pirsgirêkê bigere û vê bi gel re bide qebûlkirin. AK Parti dixwaze bigihêje encameke teqez lê belê nizane ku ewê piştî hilbijartinan çawa tevbigere. MHP çareserkirina pirsgirêkê wekî ji holêrakirina PKK'ê dibîne."

Li aliyê din, AK Partiyê jinûve destpêkirina şer û pevçûnan û bernameya hilbijartinê dest pê kiriye, nayê wê wateyê ku prosesa çareseriyê bi temamî ji holê rakiriye. Lê belê tê gotin ku wê ti caran venegerin rêbazên berê.

Pisporê siyasetê yê di Navenda Lêkolînkirina Startrjîk a Rojhilata Navîn de Oytun Orhan ji K24ê re nirxand: "AK Partî wê navê prosesa çareseriyê biguherîne û bi wê awayî bide berdewamkirin. Ji aliyekî wê têkoşîna leşkerî ranewestîne û ji aliyê din ve jî heger mimkûm be wê hewl bide ku bi aliyê siyasî ango bi HDP'ê re, bi pakêteke ku daxwazên demokratîk tê de heye pirsgirêkê çareser bike. CHP jî gotûbêjkirinên siyasî dixwaze. Lê MHP vê pirsgirêkê wekî pirsgirêka terorê dibîne."

Pisporên siyasetê dibêjin piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi desthiladariya AKP'ê ango bi hikûmeteke hevpeymanî, çi hikûmet be ferq nîn e, tiştekî dî yê ji çareserkirina pirsgirêka Kurdan giringtîr heye. Ew jî pêşbirina têkiliyên bi Rêveberiya Herêmî a Kurdistanê a Iraqê ye.