Dibistana Kurdî li Nisêbînê hat girtin

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Dibistana Kurdî ku li qezaya Nisêbînê ya Mêrdînê bi hevkariya şaredariya bajêr hatibû vekirin, bi bihaneya wernegirtina destûrê ji aliyê Rêveberiya Perwerdeya Millî ve hat girtin.

Bi pêşengiya Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Nisêbînê û Nûnertiya Egîtîm Senê ya Nisêbînê roja şemiya borî 24 Cotmehê “Dibistana Seretayî ya Ehmet Bayhan” haribû vekirin. Lê ji ber ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zimanê fermî yê xwendinê Tirkî ye, duh 28 Cotmehê, ew dibistan hat girtin.

Tîmên Rêveberiya Perwerdeya Millî bi bihaneya ku ji bo vekirinê destûr nehatiye wergirtin û berevajiya yasayên Tirkiyê ye, mohr li deriyê dibistanê dan û zarok jî neçar man ku biçin malên xwe.

Cara yekem bû ku li Bakurê Kurdistanê dibistaneke seretayî were vekirin da zarokên Kurd bi zimanê dayîka xwe perwerdeyê bibînin û bi Kurdî biaxifin û biramin.