Guvaşa midyayî li HDPê tê kirin

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Reyadarên partiya DemokratÎk a gelan HDPê rexne dikin û dibêjin ku desthilatdariyê dest daniye ser çavkaniyên medyayî yên fermî û ev tişt ne li gor pîvanên demokrasiyê ne.

Di serdemên hilbijartinan de, alîgirî û azadiya medyayê, zêdetir tê rojevê û rola wê jî girîng tê nirxandin. Ji ber ku çavkaniya agahiyên partiyên siyasî, zêdetir, li ser medyayê tên şopandin, di biryardayîna dengdaran de jî rola bikaranîna amûreyên medyayê jî girîgtir dibe. 

Serokê Gruba Parlamenterên HDPê Îdrîs Balûken, ragehand ku, ew pratîka medya giştî ya li Tirkiyê wek rûreşî dibînin û bi taybet di serdemên ku şer û pevçûn pêk tên de sansurên giran li ser medyayê tên ferz kirin.

Îdrîs Balûken got: “Bi fikirin di medyaya li Tirkiyeyê de gengeşe li ser HDPê tên kirin lê ti nûnerekî HDPê dernaxin. Ev pirsgirêk ciyê cudewaziyê ye.

Li Tirkiyê û li gor destûra weşangeriyê di serdemên hilbijartinan de; ger demjimerek ji partiya desthilatdar re bê veqetandin, divê ji partiya yekem a opozisyonê re 40 xulek, ji her yek ji partiyên din yên opozisyonê re jî 30 xulek bê veqetandin.

Şîrovekarê IMC TV yê Amedê Farûk Balikçi jî bal kişande ku li Tirkiyê desthilatdar her tim hewla ku medyayê bikar bînin, dikin û got: “Dema em li weşana TRTê ya 25 rojên dawî dinêrin Recep Tayîp Erdogan 30 demjimêr, AKP 29 demjimêr, CHP 5 demjimêr, MHP demjimêrek û 10 xulek û HDP tenê 18 xulek derfet dîtiye. divê li ciyên ku demokrasî hebe ev tişt nebin.”

Hevserokê HDPê SelhadÎn Demirtaş ragihandibû ku, Cigirê Serokwezîrê Tirkiyê Bulend Arinç ku di wê demê de ji Ajansa Anadolû AA û TRTê berpirs bû telîmata ambargo li ser HDPyiyan danîbûn. Ariç çend roj berê jî di kanalekê de ragihand ku TRT û AA ambargo li ser wî jî danîn e.