Îran Helwesta xwe derbarê çarenivîsa Esed de diguhere

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî payebilind yê Îranî ragehand ku, welatê wî amade ye helwêsta xwe ya derbarê mayîna Esed de li ser  desthilata Sûriyê “biguhere.”

Berpirsekî payebilind yê Îranî duh, 29 Cotmehê, ji “Reuters”ê re ragehand ku Îran dê ji rijdbûna xwe ya derbarê mayêna Esed de li ser desthilata Sûriyê “vegere.”

Wî berpirsî got jî, ku Îran bi demeke veguhêz ku piştre hilbijartinin giştî li Sûriyê çê bibin heya ku Esed jî di desthilatê de nemîne, dê razî bibe.

Di dirêjahiya kirîza Sûriyê ya ku ji Adara 2011 de dest pê kiriye û dora 250 hezar Sûrî hatine kuştin û pêhtirî 10 milyon kes koçber bûne, Îran her tim piştgîriya Esed dikir, herwiha razî nedibû jî ku di kongreyên aştiyê yên navdewletî di derbarê dîtina çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re beşdar bibe.

Lê berpirsên Amerîkî û Ewropî gûmanên xwe derbarê gihêştina encamekê di kongreya Viennayê de, ya ku werzîrên derve û berpisên 17 welatên Rojhilata Navîn û Rojava tê de beşdar dibin, derbirîn.

Ji aliyekî din ve jî, medyayê Îranê li ser zarê cîgirê wezêrê derve yê Îranê û endamê şanda Îranê bo civîna Veinnayê Emîr Ebdulahiyan ragehandin ku Îran ne rijd e li ser mayîna Esed. 

Kongreya Veinnayê ya ku îro derbarê dîtina çareseriyeke siyasî ji Sûriyê lidar dikeve, tê çaverêkirin ku li ser demeke veguhêz bi mawa 6 mehan dirêj bike, piştre jî hilbijartinin giştî çê bibin.

Wezîrê Derve yê Almanya Frank ji paytexta Asînayê de ragehand ku gotûbêjên Viennayê dê biser keve heger li ser hin pirensîpên mîna parastina xaka Sûriyê û hikûmeteke veguhêz rêkevin, lê di heman demê de jî dûrxist ku nermbûnek ji hin aliyan de bibîne.