Mesrûr Barzanî: Pêwîst e pergala Iraqê were guhartin

Kurd24

K24 – Hewlêr

Şêwermendê Encûmena Asayişê ya Kurdistanê ragehand ku, dewleta Iraqê ji bingeha xwe de ne dewletekî serkeftî ye, lewre pêwîst e di pergala Iraqê de guhertin werin kirin.

Şêwermendê Encumena Asayişê ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5 Mijdarê ligel endamê komîteya Asayiş û karûbarên derve yê YEê Khavier Vant civiya û behsa şerê dijî terorîstên DAIŞê û çawaniya zêdekirina hevkariyên YEê yên bo Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve Vant, eşkere kir ku niha li Ewrûpayê gelek rê û rêbaz hene ku di warê leşkerî de hevkariya Kurdistanê were kirin, herwiha divê bi bernameyeke stratejîk jî çavkaniyên ku DAIŞ jê sûdê werdigire werin jinavbirin.  

Her di derbarê şerê dijî terorîstên DAIŞê û jinavbirina terorîstan de jî Mesrûr Barzanî jî diyar kir ku heta niha weke pêwîst hevkarî bo jinavbirina terorîstên DAIŞê nehatine pêşkêşkirin, herwiha derngmayîna wê hevahengî û hevkariyê bandorekî mezin li navçê û Herêma Kurdistanê dike.

Di beşekî din ya civînê de Mesrûr Barzanî eşkere kir ku dewleta Iraqê ji bingeha xwe de dewletekî sernekeftî ye, lewre pêwîst e di pergala Iraqê de guhertin werin kirin.