K24 bûye çavkaniya yekem a medya cîhanî

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Di veguhestina zanyarî û agahiyên derbarê proseya azadkirina Şingalê de, kanala K24 bûye çavkaniya yekem a medya cîhanî.

Piştî destpêkirina operasyona azadkirina Şingalê, tîmên K24ê ji çend aliyan ve ji bo şopandina proseyê çûn Şingalê bo veguhestina zanyarî û pêşandana dîmenê rasterast ê proseya azadkirina Şingalê. Ajansên cîhanî wek FRANCE24, AP, BBC, CNN û çend medyayên din jî wêne û agahiyên K24ê bikar tînin û bûye çavkaniya yekem.

Pêrê 11.11.2014ê tîmekî berfireh ê Kurdistan24ê bi armanca şopandina operasyona rizgarkirina Şingalê çûn navçeyê û kêlî bi kêlî operasyonê bi awayekî rasterast bi rêya televizyonê vediguhêzin.

Şingal, qezayeke ser bi parêzgeha Nînowa (Mûsil) ye û dikeve rojavayê Başûrê Kurdistanê. Piraniya daniştvanên wê Kurdên Êzdî ne. Di 3ê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî qezayê kirin û ji wê demê ve dest danîbûn ser. Ji wê rojê ve nêzîka 5 hezar welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.

Doh operasyona azadkirina Şingalê bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmerge û alîkariya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir û îro ji çar aliyan ve Pêşmerge ketin nav Şingalê û Alaya Kurdistanê li navenda qezayê hat bilindkirin. Herwiha di operasyonê de zêdeyî 100 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.