Putin daxwazeke Erdogan red dike

Cîgirê Serokê Rûsyayê eşkere kir ku, Putîn di “lutkeya derbarê guhertina seqayê” de ligel serokê Tirkiyê nacive.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Cîgirê Serokê Rûsyayê eşkere kir ku, Putîn di “lutkeya derbarê guhertina seqayê” de ligel serokê Tirkiyê nacive.

Cîgirê Serokê Rûsyayê Yuriy Uşakov li ser daxwaza serokê Tirkiyê bi encamdana hevdîtinekê ligel hevşanê xwe yê Rûsî re got, Putîn daxwaza hevdîtina Erdogan Recep Teyip Erdogan red kir.

Uşakov di daxuyaniya xwe de îro, 27ê Mijdarê, got, Putîn daxwaza hevdîtina ligel Erdogan red kir û heta Tirkiyê li ser xistina firokeyê daxwaza lêborînê ji Rûsyayê neke, dê hevdîtinên bi wî awayî neyên çênebin.

Ev du roj in ku Erdogan dixwaze bi Putîn re hevdîtinekê di “lutkeya derbarê guhertina seqayê” de ya ku di 30 vê mehê de li Parîsê birêve diçe, bike. Lê ji bo ku niyeta Tirkiyê tune ye ku lêborînê bixwaze ev daxwaz ji aliyê Putin ve  nehat qebûl kirin.

Erdogan jî duh tekez kir ku, ji piştî xistina firokeya Rûsî ve, ew dixwaza pêwendiyê ligel Putin bike, lê ti bersiv nehatiye dayîn.