Barzanî ji Îmarat diçe Erebistana Siudiyê
K24- Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi serdanek fermî gehişt Îmrata Erebî û dê serdana Erebistana Siûdiyê jî bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro, 29ê Mijdarê, ligel Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ê Îmarata Erebî, Mihemed Al Niheyan civiya.
Li gor ajansa nûçeya a Îmaratê, di civînê de her du aliyan behsa hevkarî û alîkariyê di hemû bwarên leşkerî de kirin.
Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê jî, şandeyek payebilind ligel Barzanî de ye.
Li gor zanyariyên taybet ên K24, dê Barzanî sibe, 30ê Mijdarê, serdna Erebistana Siûdiyê bike û ligel başayê wê Selman Bin Ebdulezîz bicive.