Li Tirkiyê azadiya fikr û ramanê di metirsiyê de ye

Di demên dawî de Tirkiye her tim bi binpêkirina mafên mirovan û astengkirina azadiya axaftinê tê rojevê.

K24 - Enqere

Li Enqerê, derbarê astengkirina fikr û ramanê de panelek hat sazkirin. Di panelê de gelek hiqûqnas beşdar bûn. Hiqûqnasan bal kişandin ser dozên demên dawî yên derbarê fikir û ramanê de.

Di demên dawî de Tirkiye her tim bi binpêkirina mafên mirovan û astengkirina azadiya axaftinê tê rojevê. Rojnameger û nivîskar jî di nav de bi hezaran kes bi dozên heqaretê tên darizandin û gelek ji wan jî bi gelek salan tên zîndankirin. Baroya Enqerê bo balê bikşîne ser vê mijarê û azadiya fik û ramanê panelek saz kir. Serokê berê yê Dadgeha Bilind Yekta Gûngör Ozden jî beşdarî panelê bû.

Ozden derbarê dozên dawî de nerazîbûna xwe anî ziman û got ku her diçe Tirkiye dibe dewleteke tarî û ew ji ber vê rewşa bi fikar in: “Li welatê me, dewleta bi hiqûqê birêve diçe her diçe lawaz dibe. Hiqûq dikeve bin bandora siyasetê. Li her deverê cîhanê, azadiya şexsî şertê pêşî yê serxwebûnê ye. Eger ev yek pêk neyê, tu wateya jiyanê namîne.”

Serokê Sendîkaya Dadgeran Mustafa Karadag jî got eger fikr û ramanên welatiyan ne cihê heqaret û neyartiyê be ne sûc e. Karadag biryarên dawî ên darazê rexne kir û got ku bi van biryaran mafparêzî ji holê radibe: “Tiştekî gelekî şerme ku mirov behsa azadiya fikr û ramanan bike û sînorê vê yekê rexne bike. Li ser axaftineke biçûk doz tên vekirin. Bi vê yekê tê armanc kirin ku em bêdeng bimînin. Bo vê yekê ev dozên siyasî ne û tê wateya sînordarkirina qada azadiya me ya şexsî."

Di di saleke Serokkomariya Recep Tayyip Erdogan de, li Hezar û 300 kesan, doza heqareta dijî Serokkomariyê hat vekirin. Hejmara van dozan; di 7 salên Serokkomariya Ahmet Nejdet Sezer de 27 û di 7 salên Serokkomariya Abdullah Gûl de jî 139 e.