Dîsan 11 penaber xeniqîn

K24- Navenda Nûçeyan

Dema ku hejmarek penaber dixwestin xwe bigihînin Yonanistanê, qeyika wan binav bû û 11 ji wan xeniqîn.

Serê sibeha îro, 9ê Kanûnê, qeyikek penaberan ku tê pêşbînîkirin ji Didimê birê ketibe, li nêzîk girava Farmakonisi ya Yonanî bin av bû.

Li gor zanyariyan 50 kes di wê qeyikê de bûn û dixwestin xwe bigihînin Yonanistanê, piştî qeyik binav bû, hêzên ewlehiya beravê yên Yonanistanê bi hawara penaberan ve hatin.

Hêzên Yonanî karîn 26 kesan rizgar bikin, termê 11 kesan jî ji avê rakirin û 13 kes jî winda ne.