Egera derketina şerekî navnetewletî tê nîqaşkirin

Emerîka û Rûsya di nav de 15 dewletan keştiyên xwe yên şer li Behra Spî bicih kirine. Pisporên siyasetê egera şerekî cîhanî nirxandin û gotin; “hebûna hewqas hêz ne bê sebeb e.”

K24 – Enqere

Agirê li Rojhilata Navîn her ku diçe gurtir û berfirehtir dibe. Behra Spî bûye bêndara keştiyên şer. Emerîka û Rûsya di nav de 15 dewletan keştiyên xwe yên şer li Behra Spî bicih kirine. Pisporên siyasetê egera şerekî cîhanî nirxandin û gotin; “hebûna hewqas hêz ne bê sebeb e.”

Dewletên mezin yek bi yek hêzên xwe li Behra Spî dicivînin. Emerîka, Brîtanya, Kanada, Almanya, Ispanya, Portekîz, Danîmarka, Fransa, Belçîka, Yûnanîstan, Tirkiye, Rûsya û Îran li herêmê n e.

Hemû dewlet şerê li Sûriyê û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dikin hincet û hezên xwe dişînin herêmê. Lê belê raya giştî ya cîhanî di metirsiya şerekî mezin yê navdewletî de ye. Derbarê mijarê de akademisyenên di warê siyaseta navdewletî de xwedî ezmûn nerînên xwe anîn ziman.

Prof. Dr. Erel Tellal dibêje bi beşdarbûna Rûsyayê ya di şerê li Sûriyê de ew hesabê li herêmê xera bû û bo vê yekê egera şerekî navdewletî xurttir bûye: “Li gor min ev têkoşîna han parvekirina çavkaniyên Rojhilatê Behra Spî ye. Gelek dewletan keştî û firokeyên xwe yên şer li herêmê civandine. Herî dawî Fransa û Brîtanyayê hêzên xwe yên li wê derê xurttir kirin. Civandina amûrên şer ên li herêmê ne belasebeb e.”

Akademisyen Cenk Saraçoglu jî dibêje ji xwe şerekî piralî û pir dewletî heye ku di navbera 2 blokan de tê kirin: “Li herêmê şerekî temsîlî heye ku hemû hêzên emperyalist têde beşdar in. Lê belê ev şer wekî şerê yekem û duyem yê cîhanê belav nebûye, bi tenê li herêmekê asê bûye. Aliyekî şer rêveberiya Esed e ku bi piştgiriya Rûsya vî şerî dike, aliyê din hêzên opozîsyonê ne ku Emerîka û hinek dewletên din ên Ewropî li pişt in.”

Li Behra Spî, bi temamî 64 keştiyên şer hene. 34 keştî yên Tirkiyê, 13 keştî yên Rûsyayê, 5 keştî yên Fransayê, 3 keştî yên Emerîkayê û 2 keştî yên Îtalyayê ne.  Brîtanya, Kanada, Belçîka, Holanda, Ispanya, Portekiz û Yûnanîstan jî her yek ji wan keştiyeke xwe şandine. Herî dawî Çînê jî biryar da ku hêzên xwe bişîne herêmê.