Aşton Karter gihêşte Iraqê

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê îro gihêşte Iraqê û bi fermandarên leşkerî yên Amerîkayê re civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê îro gihêşte Iraqê û bi fermandarên leşkerî yên Amerîkayê re civiya.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê, Aşton Karter îro gihêşte Iraqê û derbarê şerê li dijî DAIŞê de, bi fermandarên leşkerî yên Amerîkayê civiya. Li gor ku ajansa “Rueters” belav kiriye.

Tê zanîn ku, Iraq di rewşeke ewlehî ya awerte de derbas dibe, herwiha operesyonên leşkerî li dijî DAIŞê berdewam in. Hevpeymaniya Navdewletî jî bi serperiştiya Amerîkayê êrîşên xwe li Iraqê li dijî DAIŞê pêk tînin.

Karter di serdana xwe ya Rojhilata Navîn de, duh gihiştibû Tirkiyê û jê daxwaz kir ku, divê Tirkiyê zêdetir tevlî şerê li dijî DAIŞê bibe.