Barzanî: Divê bîr li dîtina çaresriyekê ji rewşa Iraqê re bê kirin

Amerîka dixwaze hevahengiya ligel Herêma Kurdistanê zêdetir bike.

K24- Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ragihand ku, divê hizra dîtina çareseriyekê ji reşa siyasî ya Iraqê re bê kirin.

Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Bergirî yê Amerîka, Ashton Carter û şandeya leşkerî û dîplomasî ya pê re kiribû.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Carter di civînê de kêfxweşiya xwe ji serkeftinên Hêzên Pêşmerge amiye ziman û got ku, Herêma Kurdistanê kariye bi başî şer bike û bergiriyê li xwe bike.

Wezîrê Amerîkî got jî ku, pêwîst e hemû aliyek sûdê ji ezmûna giranbiha ya Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorê de werbigre.

Derbarê armanca serdana Herêma Kurdistanê de, Carter diyar kir ku, ew hatiye ji bo bihêzkirina lihevtêgehiştin û hevahengiya di navbera her du aliyan de.

Di beramber de Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî tekez kir ku, pêwîstiya jinavbirina terorê bi hewla hemû aliyam heye.

Barzanî ji Carter re ragihandiye kî ku “pêwîste hizra sîtina çareseriyekê ji rewşa siyasî ya Iraqê re bê kirin.”

Li gor daxuyaniya civînê, reşwa navçeyê bi giştî û ya Iraq û Sûriyê bi taybetî hatiye kirin.

Herwiha Barzanî bi Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê ragihand ku, her çende gelê Kurdistanê di bin guvaşa şer û krîza aborî û birîna bûdçeyê de ye, lê belê xweragir bûye û xweragiriya wê jî ji bo wê yekê vedigerê ku xwediyê doza xwe ya rewaye û bi navê wê de têdikoşe û qurbanî dide.