Polîsan destûr neda pîrozbahiya Alaya Kurdistanê

Li bajarê Stenbolê komeke ciwanan xwestin ku bi daxuyaniyeke çapemeniyê Roja Alaya Kurdistanê pîroz bikin lê belê polîsan destûr neda û rageşî derket.

K24 - Stenbol

Li bajarê Stenbolê komeke ciwanan xwestin ku bi daxuyaniyeke çapemeniyê Roja Alaya Kurdistanê pîroz bikin lê belê polîsan destûr neda û rageşî derket.

Keç û xortên Kurd ku doh li qada Galatasarayê ya Stenbolê ji bo pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê civiyan, ji ber astengiya polîsên Tirk daxuyaniya xwe di nêvî de hiştin.

Kesên ku kom bûbûn dema Alaya Kurdistanê hildan û li welatiyan belav dikirin hêzên ewlekariyê êrîşî ciwanan kirin.

Polîsan xwestin ku Alaya Kurdistanê ji destê welatiyan derxînin lê wan li ber xwe da. Di navbera ciwanên Kurd û polîsan de heya demeke nîqaş çêbû.

Ji komê berpirsekî ku Alaya Kurdistanê li hevalên xwe belav dikir ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.