Serpêhatiya malbateke ku ji ber şerê li Sûrê koçber bûye

Heta niha herî kêm 50 hezar kesan, ji ber şer û pevçûnan koç kirine. Bi hezaran malbat di nava bajêr de belavî taxên aramtir bûne lê di nava şertên xirab de dijîn.

K24 - Diyarbekir

Li Sûra navçeya Dîyarbekirê qedexeya derketina derve û operasyonên di navbera hêzên dewlet û xwepêşandaran de ji 2ê vê mehê ve berdewam in. Heta niha herî kêm 50 hezar kesan, ji ber şer û  pevçûnan koç kirine.  Bi hezaran malbat di nava bajêr de belavî taxên aramtir bûne lê di nava şertên xirab de dijîn. Peyamnêra Kurdistan24ê Zelal Onen bû mêvana malbata Wedat Kizilkaya û drama wan vedibêje.

Beriya 20 rojan jî di van xaniyan de malbat bi zarokên xwe re di nava aramiyê de dijiyan. Lê niha xani kavil; û malbat jî koçber bûne. Xaniyê Wedat Kızılkaya li taxa Hasirliyê ye û di nav pevçûnan de maye. Kizilkaya dibêje, wî nekariye tiştekî xwe ji mal derxîne û bi zar û zêçê xwe ve reviya ye ba merivên xwe.

Kizilkaya jî weke gelek kesan malbata xwe belavî ser merivên xwe kiriye heta ku xaniyekê kirê bigre: “Ez dema ku li Surê bûm bi bombeyan xaniyê min xera kirin. Ez di rewşeke xeter de mabûm û me barkir em hatin ketin xaniyên kirê. Lê ez nikarim heqê kirêya xwe bidim û karê min jî ji dest min çû. Dengê teqînan tê, zarokên me ditirsin û derunîya wan xirab bûye, em êdî nizanin herin ku dere, em ê çawa ji bajarê xwe derkevin.”

Bahar Kizilkaya dayika 2 zarokan e û ew jî weke hevjînê xwe rewşa xirab wiha vedibêje; "Ji ber ku xaniyê em têde ne nêzikî Surê ye şevan ji dengên teqînan em nikarin rakevin. Heta sibehê em ji tirsa rudinin. Xaliçeyên me nîn in, zarokên me li ser betona sar dilîzin û ditirsin ku derkevin derve.

Kizilkaya, dema ku pevçûnan destpêkir wiha tîne ziman: “Wexta ku nû teqîn çêbû min go belkî bombeyên dengderxistinê be û ez li cem mêrê xwe runiştibûm, min dît ji nişka ve bombe teqiya û ez ketim erdê, ji hişê xwe çûm, ez rabûm dest û lingên min dilerizî û min  got ya Rebbî ev çî ye?.”

Şer û pevçûnên di nav bajêr de malbatan tert û belav dike, xebatkaran betal dihêle, aboriyê serûbino dike, zarokan ji perwerdeyê dûr dixe û derûniya bi hezaran kes tevlihev dibe. Niştecihên Sûrê dixwazin operasyon rawestin, qedexe rabe û di nav bajêr de şer neyê kirin. Eger ku pevçûn bisekinin bi hezaran malbat razî ne ku vegerin malên xwe yên kavilbûyî.

Serpêhatiya malbateke ku ji ber şerê li Sûrê koçber bûye
Serpêhatiya malbateke ku ji ber şerê li Sûrê koçber bûye
Serpêhatiya malbateke ku ji ber şerê li Sûrê koçber bûye
Serpêhatiya malbateke ku ji ber şerê li Sûrê koçber bûye
Serpêhatiya malbateke ku ji ber şerê li Sûrê koçber bûye
Serpêhatiya malbateke ku ji ber şerê li Sûrê koçber bûye