Şêrzad Yezîdî: ENKSê piştgîriya terorê dike

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Herêma Kurdistanê, dibêje ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi çalakiyên xwe rê dide dijmina derbasî bajarên me bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Herêma Kurdistanê, dibêje ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi çalakiyên xwe rê dide dijmina derbasî bajarên me bibe.

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Herêma Kurdistanê Şêrzad Yezîdî îro ji K24ê re ragehand ku, “ENKSê piştgîriya terorê gava ligel Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şamê li kongreya Riyadê dicive, herwiha bi van çalakiyan rê dide dijminan ku derbasî bajarên me bibin û komkujiyan çê bikin.”

Herwiha Yezîdî derbarê qedexekirina çalakiyan li Rojavayê Kurdistanê got ku, xwepêşandan mafekî rewa ye yê gelan e, lê divê moletê ji Asayiş û Rêveberiya Xweser werbigirin û ji mafê Asayişê ye jî parastina herêmên xwe bikin.

Di merasîma Roja Alaya Kurdistanê de, ENKS li beramber nivîsîngeha xwe ya Girgê Legê çalakiyek lidar xist, ku biryar bû alayeke ji 200 metrî bihata bilindkirin.

Lê asayişê bi sê otombêlên agirvemirandinê derbasî nava xelkê bûn û bi avê li xelkî hat reşandin û nehêştin ala Kurdî bilind bibe. Herwiha di piştre jî, 9 endamên ENKSê ji aliyê Asayişê ve hatin girtin.