Li Bakurê Kurdistanê amadekariyên şerekî giran

Parêzgeha Colemergê bi daxuyaniyeke niviskî sedan gund û deverên Şemzînan, Çelê û Geverê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Colemergê herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.

Parêzgeha Colemergê bi daxuyaniyeke niviskî sedan gund û deverên Şemzînan, Çelê û Geverê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet ragihand.

Parêzgeh da zanîn ku ji bo ewlekariya welatiyan hatûçûna wan deveran ji 20ê Kanûna Pêşîn heta 3ê Kanûna Paşîn qedexe ye.

Ji hêla din ve li navçeyên Sûr, Kerboran, Cizîr û Silopiyê qedexeya derketina kûçe û kolanan berdewam e. Tê iddiakirin ku bi ragihandina herêmên ewle yên taybet artêşa tirk li dijî PKKê amadekariya operasyoneka berfireh dike.