60 milyon penaber li cîhanê hene

Komisyona Bilind a Penaberan da zanîn ku ji destpêka sala 2015an ve 2 milyon û 500 hezar kesan daxwaza penaberiyê kirine û milyonek penaber jî li Almaniya, Rûsya û Amerîkayê çaverêne ku wek penaber bên qebûl kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Komisyona Bilind a Penaberan ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku hejmara penaberên Cîhanê gehiştiye 60 milyon kes, ev yeke jî tê wateya ku her yek ji 122 kesan neçar dibe ji welatê xwe koçber bibe.

Di raporekê de  Komisyona Bilind a Penaberan (UNHCR) rêjeya koçberên ku neçarbûne welatên xwe bicîh bihêlin belav kiriye û li gor raporê hejmara wan kesên penaber bûne, gehiştiye 60 milyon kesan.