"Divê çeperên Hêzên Pêşmerge bên bihêz kirin"

Endamê Lîjneya Karûbarên Pêşmerge ji hikûmeta Kurdistanê xwest ku li hemû eniyên şer çeperên Hêzên Pêşmerge bihêztir bike.

K24 - Hewlêr

Endamê Lîjneya Karûbarên Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Ebdulrehman Faris daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo çeperên Hêzên Pêşmerge li eniyên şer bên bihêzkirin, hewleke zêdetir bide.  

Di 2 rojên derbasbûyî de çekdarên DAIŞê ji hemû eniyên Mûsilê ve êrîşê Hêzên Pêşmerge kirin û Pêşmergeya jî bi tundî bersiv da û êrîşên wan têkbirin. Tê gotin ku di sala 2015ê de ev berferehtirîn êrîşa DAIŞê bû.

Derbarê mijarê de Endamê Lîjneya Karûbarên Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Ebdulrehman Faris ji BasNewsê re got ku DAI’ê xwestiye di van êrîşan de pêş bikeve û hinek navçeyan dagir bike.

Ebdulrehman Faris wiha axifî: "Di dema derbasbûyî de çekdarên DAIŞê bi destê Pêşmergeyan derbeyên giran xwarin. DAIŞ şikest. Ji ber vê jî hewla tolhiladanê dike. Ji bo pêkanîna vê êrîşê jî hêzek zêde ji Sûriyê anîbû Mûsilê. Bi vê êrîşê dixwestin serkeftinekê bidest bixin û morale şervanên xwe bilind bike."

Faris diyar kir ku Pêşmerge êdî di şerê DAIŞê de xwedan ezmûn in û got: ‘’Pêşmerge ji hemû aliyan ve xwe qayîm kirine. Ji bo her rûbirûbûnekê amade ye. Wê ji vir û pêve jî DAIŞ êrîşan bike lê ez bawer dikim ku wê her têk biçe.’’

Endamê Lîjneya Karûbarên Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê da zanîn ku ji bo bihêzkirin û xurtkirina çeperên Pêşmerge divê hikûmeta Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge hewlên xwe zêdetir bikin û axaftina xwe wiha qedand: "Divê ji bo ewlekariyê çeperên Pêşmergeyan bên bihêzkirin. Divê  hikûmeta herêmê û Wezareta Pêşmerge jî bo vî karî bername deynin û hewlekî zêdetir bidin.’’