Esmehan Dawid: Reftarên PYDyê xizmeta Rijêma Esed û dagirkerên Kurdistanê dikin

Esmehan Dawid
Esmehan Dawid

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgira Serokê Nûnerîtiya Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Pirojeya PYDyê di binyat de pirojeyeke neteweyî ya Kurdî nîne”. Herwesa dibêje, “Bingeh û nivîsîngehên Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li Rojavayê Kurdistanê nûnerîtiya navendeke siyasî ya aştiyane û sivîlane dikin”.

Cîgira Serokê Nûnerîtiya Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li Herêma Kurdistanê Esmehan Dawid îro (În, 26.04.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “PYD ji sala 2014ê ve ji aloziyên ewlehiya Rojavayê Kurdistanê û biserdagirtina bingehên Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyeyê (PDKS) û revandina zarokan û çend pirsên din berpirsyar e”.

Esmehan Dawid amaje jî da, “Bingeh û nivîsîngehên Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li Rojavayê Kurdistanê nûnerîtiya navendeke siyasî ya aştiyane û sivîlane dikin lê PYD û alîgirên wê wan qebûl nakin”.

Navbiriyê herwesa got, “PYDyê bi awayekî eşkere bingehên siyasî û çekdarî li nav xelkî vekirine û bi zorî destê xwe danaye ser milk û cihên giştî û metirsî li ser welatiyan çê kirine”.

Cîgira Serokê Nûnerîtiya Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) tekez jî kir, “Reftarên PYDyê xizmeta Rijêma Esed û dagirker û nehezên Kurdistanê dikin ji ber ku pirojeya PYDyê di binyat de pirojeyeke neteweyî ya Kurdî nîne”.

Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyeyê duhî (Pêncşem, 25.04.2024) peyamek li ser tora civakî ya Xê belav kir û tê de ragehandiye, “Em şewitandina bingehên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyeyê (PDKS) li Qamişloyê şermezar dikin”.

Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyeyê amaje jî daye, “Divê êrîşên li ser bingeh û partiyên siyasî li bakurê Sûriyeyê bên rawestandin û lêpirsîn jî bi bikerên wê rûdanê re bê kirin”.

Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyeyê di wê peyama xwe de herwesa daxwaz ji hemî aliyan kiriye ku ji bo bicihanîna daxwazên xelkê Sûriyeyê dûr ji tundûtîjiyê pabendî gotara armancar bin”.

Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li pêr (Çarşem, 24.04.2024) di ragehandinekê de amaje da, “Çekdarên girêdayî PYDyê êrîş kirye ser her du bingehên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyeyê (PDKS) û Yekîtiya Demokrata Kurdistan – Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê û hemî kelûpelên nav her du avahiyan şewitandine”.

Li dû wê ragehandinê, çekdarên PYDyê di eynî demê de bizav kiriye Nivîsîngeha Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ya bajarê Tirpespiyê li Rojavayê Kurdistanê jî bişewitînin. Herwesa Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ew êrîş wekî êrîşeke teroristî binav kir û tekez kir ku pêştir pilan jê re hatiye danan.

Pêştir jî li roja 01.03.2024ê êrîşî Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyeyê (PDKS) ya bajarê Kobaniyê hat kirin ku biryar bû çalakiyeke Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) tê de hatibam kirin.