Projeya ji nû ve avakirina Kobanê dest pê kir

Hevahengiya Giştî ya ji nûavakirina bajarê Kobanê rê û cedeyên di hundirê bajrêr de çêdike, daku demsala biharê amade be. Hevahengiya navbirî ji bo vekirina cade û cotsaytên bajêr milyonek û 800 hezar ton paşmayên malên wêrankirî rakirin.

K24- Kobanê

Hevahengiya Giştî ya ji nû ve avakirina bajarê Kobanê kar û barên çaksaziya bingehîn bi dawî kir, da ku dest bi pêngaveke nû ya projeya avakirinê bike.

Derbarê vê mijarê de serpereştyarê projeyê Mihemed Mûslim ji K24ê re got: "Proje ji sedî 70ê hatiye cîbicîh kirin, tenê  çend cadeyên sereke yên mezin û kolanên teng  mane, daku em karê xwe bi dawî bikin."

Hevahengiya Giştî ya ji nûavakirina bajarê Kobanê rê û cedeyên di hundirê bajrêr de çêdike, daku demsala biharê amade be. Hevahengiya navbirî ji bo vekirina cade û cotsaytên bajêr milyonek û 800 hezar ton paşmayên malên wêrankirî rakirin.

Derbarê wê projeyê de Rêvberê Ofîsa Ragehandinê ya  Hevahengiya Giştî ya ji nû ve avakirina bajarê Kobanê Beşîr Talatî ji K24ê re wiha axifî: "Gelek rê li nav bajarê Kobanê hatin çêkirin,  gelek taxên sereke, herwiha di hefteya borî de zêdeyî 30 kîlometre, rê hatine serrastkirin li nav û derveyî bajêr."

Di dema borî de Hevahengiya Giştî ya ji nû ve avakirina bajarê Kobanê projeya avakirina taxa nû bo kesên malên wan ketine cihê mûzexaneyê dabû destpêkirin, berfirehiya projeyê digihe 550 hektaran, herwiha ji 120 xaniyan pêk tê, proje nexweşxane, dibistan, ligel akademiya perwerdê, encûmena taxê, navenda werzeşî û çareserkirinê pêk tê.