Du perpirsên DAIŞê pereyên rêxistina xwe dizîn

Du berpirsên DAIŞê li bajarokê Hewîce ser bi Kerkûkê bi tohmeta dizîna pereyên rêxistinê li "Dadgeha Şerîî" ya Mûsilê tên dadgehkirin.

K24 – Kerkûk

Du berpirsên leşkerî yên DAIŞê li bajarokê Hewîce ser bi bajarê Kerkûkê bi tohmeta dizîna pereyên rêxistinê li "Dadgeha Şerîî" ya Mûsilê tên dadgehkirin.

Di vê derbarê de Rêveberê Polîsên Nehye û Bajarokên Kerkûkê Komîser Serhed Qadir ji Kurdistan24ê re got: "Li gor agahiyên me, çekdarên DAIŞê li bajarokê Hewîce du berpirsên xwe li ser dizîna pereyên rêxistinê bangî Dadgeha Şerî ya Mûsilê kirine."

Serhed Qadir navê wan her du berpirsên DAIŞê jî bo Kurdistan24ê eşkere kir ku yek jê nave wî Xelîl Luyîs û yê din jî Eda Salih e. Her du berpirsê Encûmena Leşkerî ya DAIŞê bûn li Hewîce.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin û kiryarên berê yên wê rêxistinê, DAIŞ her du berpirsên xwe darve dike.