Lêvegera Siyasî: Divê li Rojava nêrînek hevbeş derbarê mafên Kurdan de hebe

Partiyên Lêvegera Siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê, radigehîne ku destdirêjiya li ser sembolên netewî û lîstika bi hastên xelkê nakeve berjewendiya doza Kurdî.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Partiyên Lêvegera Siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê, radigehîne ku destdirêjiya li ser sembolên netewî û lîstika bi hastên xelkê nakeve berjewendiya doza Kurdî.

Partiyên Lêvegera Siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê, îro di daxuyaniyekê de ragihand ku, ew hewl didin ku nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de çareser bikin û bendên rêkeftina Dihokê jî çareser bikin.

Herwiha daxuyaniyê rexne li beşdarbûna ENKSê di kongreya Riyadê de kir, ew beşdar bûn jî bi sedeme gotûbêjnekirina doza Kurdî de binav kir.

Partiyên Lêvegera Siyasî bang li aliyên siyasî yên Rojavayê kirin ku, li ser maseya danûstandinê bicivin û nakokiyan çareser bikin, ji bo ku bigehin nêrînekê derbarê mafên Kurdên wê beşa Kurdistanê di kongreyên navdewletî de.

Di daxuyaniyê de hat jî, “Destdirêjiya li ser sembolên netewî û lîstika bi hastên xelkê nakeve berjewendiya doza Kurdî, di heman demê de jî divê ewlehiya navxweyî jî were parastin.”