Efrîn tê topbarankirin

Peyamnêrê K24ê li Efrînê ragehand ku, grûpên îslamî nava bajarê Efrînê topbaran dikin. 6 topên Hawinan li nava bajarê Efrînê ketin.

K24 – Efrîn

Peyamnêrê K24ê li Efrînê ragehand ku, grûpên îslamî nava bajarê Efrînê topbaran dikin. 6 topên Hawinan li nava bajarê Efrînê ketin.

Li gor peyamnêrê me jî, 5 top li taxa Eşrefiyê û bazara nava bajêr ketine, yek jî li nêzîkî Geraca Kevin ya Efrînê ketiye.

Herwiha dengên otombîlên Ambulancê jî bilind bûn û berve cihên ku top lê dibarin diçin. Li gor ku peyamnêrê me ragehandiye ku jinek bi sivikî birîndar bûye.

Îro demjimêr 16:00, 6 topên Hawnan ji aliyê rojhilat ve (ji aliyê bajarê Ezaz ve) bi ser Efrînê de hatin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê jî ku, firokeyên Rûsî li çeperên grûpên îslamî yên li derdora herêma Efrînê bombebaran dikin.

Ji bêhtirî mehekê ve, Eniya el-Nusrayê, Ehrar El-Şam, Ehrar Sûriya û hin komên xwînrijên di bin sîwaneya Odeya Fetih Heleb de ne, herêma Efrînê dorpêç kirine û êrîşî gundên wê dikin.