AKP bo destûrê bêyî HDP ligel CHP û MHPê dicive

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş li ser betalkirina civînê diyar kir ku ji xwe AKPê nedixwest hevdîtinê bi wan re bike.

K24 – Stenbol

Ak Partî ji bo axaftina li ser destûra nû dê bêyî HDPê tenê ligel CHP û MHPê hevdîtinan bike. Di hevdîtinan de nebûna HDPê ku li meclîsê partiya sêyemîn e wek kêmasî tê dîtin.

Ak Partî ji bo çêkirina destûra nû ji CHP, HDP û MHP bo hevdîtinê randewû xwestibû lê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu axaftinên hinek parlamenterên HDP'ê wek bêrêzî nîşan da û hevdîtina li gel HDPê betal kir, loma tenê dê ligel serkirdeyên CHP û MHPê bicive.

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş li ser betalkirina civînê diyar kir ku ji xwe AKPê nedixwest hevdîtinê bi wan re bike, sedemê axaftinên siyasetmedaran nîşan dide lê ev ne rast e.

HDPê zêdeyî 6 milyon deng li meclîsê wek partiya sisiyan tê temsîlkirin. Betalkirina civîna HDP û Ak Partî ji aliyê gelek kesan ve geşedaneke neyinî tê nirxandin. Serokê Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Abdulhakîm Daş ragihand ku arîşe axaftina kesek yan jî partiyekê nîn e yek mesele heye ew jî Kurdistan e.

Daş wiha axifî: “Dewlet tu caran nebêje; Kurd bi ya min bikin eger bi ya min nefikirin ez bi te re nakevim têkiliyê. Eger destûra bingehîn, bi tevahî Tirkiye eleqedar bike Kurd jî di nav Tirkiyê de wek perçeya erdnîgariyek Kurdistanê miletekî herî mezin bê dîtin wê demê çareserî dibe. Eger mafên Kurdan di destûrê de cih negire 100 destûr jî bê çêkirin vala ye.”

Tirkiye bi destûra ku di heyama derbeya leşkerî ya 1980'an de hatiye çêkirin tê birêvebirin. Di destûrê de ji ber nebûna maf û azadiyên kêmnetewên din ên li Tirkiyê destûra bingehîn gelek dihat rexnekirin û daxwaza guhertinê tê kirin. Li parlamentoyê çar partî hene û ji bo destûra nû daxwaza her çar partiyan ji hev cuda ye.