Heleb: DAIŞ welatiyên Kurd ji xwer dixe mertal

DAIŞ li gundê Qibêsîn yê ser bi Babê ve welatiyên Kurd direvîne û wan wek mertalên mirovî li dijî rêjîmê bikar tîne.

K24 – Navenda Nûçeyan 

DAIŞ li gundê Qibêsîn yê ser bi Babê ve welatiyên Kurd direvîne û wan wek mertalên mirovî li dijî rêjîmê bikar tîne.

Artêşa Sûriyê ber bi bajarokê Babê li rojhilatî Helebê ve pêşde diçe, herî dawî jî îro gundê Ebû Cibara (8 K.M dûrî Babê) ji destê DAIŞê kontrol kir.

Berdevkê Ceyş Swar li Ezazê, Ehmed Omer ji K24 re diyar kir ku, çekdarên DAIŞê li gundê Qibêsîn yê ser bi Babê ve welatiyên Kurd direvîne û wan wek mertalên mirovî li dijî rêjîmê bikar tîne.

Omer got jî, ku ji mehekê de DAIŞ Kurdên gundên ser bi Babê ve direvîne û bi zorê tevlî şerên xwe dike, li Qair Kelîn û Til Betal yên Kurdî jî 7 kes girtin bi zorê tevlî “Cîhada neçarî” kirin.

Herwiha firokeyên rêjîma Sûriyê jî bajarokê Babê û Tadifê bombebaran kirin.

Li gor zanyariyan jî, li gundê Qibêsîn yê Kurdî ya ser bi Babê ve, DAIŞê bi dehan welatiyên Kurd girtin wek mertalên mirovî li dijî rêjîmê bikar tîne.